Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîstanî: Divê Amerîka û Îran Bêrêzî li Serwerîya Îraqê Nekin


Sîstanî

Rêberê olî yê Şîayên Îraqê Ayetullah Alî Sîstanî îro Înê êrîşên leşkerî yên Amerîkî û Îraqî yên li axa Îraqê şermezar kir û got ku ew girjî dikare Rojhilata Navîn bixe rewşeke xirabtir.

Di peyama nimêja roja Înê de, ku ji alîyê nûnerekî wî hate xwendin, Sîstanî li Kerbala got ku êrîşên her du alîyan li hindurê axa Îraqê, bêrêzîya Washingtonê û Tehranê ya hember serwerî û gelê Îraqê ye.

“Nabe ku hêzên bîyanî çarenivîsa gelê Îraqê dîyar bike. Karanîna hêzên leşkerî wê pirsgirêkên heyî hîn xirabtir bike. Êrîşên herî dawî yên xeter ku serwerîya Îraqê bi berdewamî binpê dike, pirsgirêkên heyî kûrtir dike.”

Sîstanî, ku di naba bîragiştî ya Îraqê de xwedîyê giranîyeke girîng e, tenê di dema krîzan de peyamana dide û wek dengekî nermrê tê nasîn.

“Gelê Îraqê ji şeran pir êş kişandiye... Divê êdî Îraq xwe bi rêve bibe û hêzên bîyanî di peyvajoya biryardanê de cîh negirin,” Sîstanî di peyama xwe de got.

XS
SM
MD
LG