Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîstanî Banga Damêzirandia Hikûmeteke Nû Dike


Rêberê olî yê Şîayên Îraqê Ayetullah Alî Sîstanî îro Înê bang li partîyên sîyasî yên Îraqê kir ku di demeke herî kin de hikûmeteke nû damêzirînin.

Sîstanî, di peyaman xwe ya nimêja Înê de, ku bi rêka nûnerê wî li Kerbela hate xwendin de herwiha bang li desthilatdarên Îraqî kir ku rêz li mafê derbirînê yê xwepêşandaran bigirin.

Wî di mesaja xwe de careke din bang li hêzên bîyanî kir ku rêz li serwerîya Îraqê bigirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Sîstanî di bîragiştî ya Îraqê de wek dengekî nermrê tê nasîn û giranîyeke wî ya mezin heye. Ew zû zû tûşî karên sîyasî yên Îraqê nabe û tenê di dema krîzan de peyamên girîng dide.

XS
SM
MD
LG