Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swîsre di Veguhastina Civakî de Fermana Karanîna Maskan Dide


Hikûmeta Swîsrî, bi jinûve zêdebûna tûşbûnên koronayê, ferman da ku gel li tren, otobus, keştî û alavên veguhastina giştî maskan bi kar bîne.

Hikûmetê ragihand ku tevî sistkirina gelek tedbîrên pêşîgir yên meha borî, ew biryar bi armanca pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê hate girtin

Pisporên saxlemîyê bal dikşînin ku bi rakirina tedbîrên dijî koronayê, peywendîya nêzîk ya hemwelatîyan zêde bûye û ew jî bûye sedema pirtirbûna hejmarên pêketina koronayê.

Ji destpêbûna dîtina bûyerên korona ya di meha Şubayê heta 6’ê Tîrmehê pirtir ji 32,200 bûyerên pêketina koronayê li Swîsreyê hatine tomar kirin û 1,686 kes jî girêdayî wê vîrusê mirine.

XS
SM
MD
LG