Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Seroktîya Sûrî û Beşar Esad


Dîmeneke ji Hilbijartinên Seroktîyê yên berê li Sûrîyê (Arşîv)

Li Sûrîyê sibê hilbijartinên seroktîya tê kirin û li balyozxaneyên Sûrîyê yên li derveyî welat hefteya borî karanîna dengan destpê kir.

Beşar Esad yê ku serokê Sûrîyê yê niha ye bo dora çaran ya bo heft salên din berbijar e.

Esad bi du berbijaran re rûbirû ye, lê gelek Sûrî yên hem li nava welêt û hem jî yên li derveyî welêt dengdanê bi gelemperî sembolîk dibînin.

Îsal, hevrikên Esad cîgirê wezîrê berê yê kabîneyê Abdullah Salum Abdullah û Mehmud Ahmed Mareî ne.

Di hilbijartina borî ya 2014'an de Esad bi beşdarbûna ji % 73 zêdeyî dengderan, bi nêzî ji % 89 yên dengan bi dest xistibû.

Esad, bi sedan alîgirên xwe yên demdirêj - ji dadweran heya karmendên sivîl- ji girtîgehan serbest berda.

Ev kesana, serê vê salê de di operasyonên bo bêdengkirina rexnegirên di nava piştgirên wî yên dilsoz de, hatibûn girtin.

Esad ku berê mîna reformxwazek dihat dîtin, lê piştî şerê navxweyî ya dehsala û zordarîyê ji hêla gelek dijminên xwe ve wek zordestekî tê bi nav kirin.

Lê, wiha xuya dike ku Esad amade ye ku bi hilbijartina roja Çarşemê dema desthilatdarîya xanedanîya malbata xwe ya li Sûrîyê dirêjtir bike.

Esad yê 55 salî, bo cara çaran berbijarê seroktîya welat e ku ji hêla Amerîka jiber gazkirina gelê xwe wek 'heywanekî hov' û ji hêla Îranê ve jî bi sedema ku hember Washington û Îsraîlê berxwe dide, mîna 'şervanekî mezin' tê bi nav kirin.

Dema seroktîya Esad, bi pevçûna ku di 2011'an de bi xwepêşandanên aştîyane destpê kirîbû û dû re Sûrîye ketibû nava şerekî piralî, ku hêzên herêmî û navnetewî ketibûn di wî şerî de cîh girtibûn.

Esad bi alîkarîya Rûsya û Îranê desthilatdarîya piranîya welêt, bi alîkarîya hevbendên xwe xwe jinûve bi dest xist. Lê, Sûrîyê ji alîyê aborîyê ve wêran bûye.

Esad, ji salên pêşîn yên şerê navxweyî vir ve, dest bi têkbirina dijminên xwe kir, bi rêkên ku bavê wî Hafiz Esad yên di 19080'an de dijî serhildêran bi kar anî, bi bîr dixist.

Rikeberên Esad wî mîna dîktatorek dibînin û dibejin ku wî şûna ku dest ji desthilatdarîyê berde, Sûrîye kiriye kavil, bajarên xwe bi bombeyan wêran kirine û zindanên xwe bi rexnegiran ve tijî kirine.

Aktîvîst û welatên Rojavayî, Esad bi berpirsîya êrîşên kîmyayî yên mîna gaza sarin ya li Guta di 2013' yan de ku bi sedan kes xeniqandin, bi bombebarankirina nexweşxane, dibistan û sûkan, kuştinên girseyî û herwiha bo êşkenceyan tawanbar dikin.

Esad sucdarîyên tawanên şer û binpekirina mafan bi tundî red dike û dibêje ku delîl saxte ne.

Lêpirsînên Neteweyên Yekbûyî (NY) delîlan pêşkêş dikin ku kiryarên leşkerî yên Sûrîyê bi gelemperî sivîlan armanc dikin, çekên neqanûnî bi kar tînin û rexnegiran êşkence dikin û dikujin.

Hêzên rojavayî yên dijî Esad jiber îdayên, êrişên bi çekên kîmyayî di 2017 û 2018'an de, êrîşên esmanî yên sînordar kirin.

Beşar Esad piştî mirina bavê xwe ya di 2000'î de bû serok û xwe wek reformxwaz nîşan da ku ew dem wek "Bihara Şamê" dihat zanîn.

Wî aborîya girtî ya di destê dewletê de ji kompanîyên taybet re vekir, bi sedan girtîyên sîyasî berdan, destûr da salonên axaftina azad û serdana rikebirên kevnar yên li welatên Rojava kir û pêşnîyarên nû xistin rojeva wan.

Polîsên wî di nav salekê de rexnegirên wî girtin û reformên aborî aîkarîya gendelîyê û nepotîzmê kirin; di belgeyeke balyozxaneya Amerîka ya di 2008'an de ku ji hêla WikiLeaks ve hat weşandin de ew rewş wek 'parazît' dihat bi nav kirin.

Dema ku kesên elît dewlemendîya xwe xurt dikir, gundî jiber bêavîyê ji gund ber bi taxên xizan yên bajêr ve hatin şandin ku ewê serhildana dijî Esad ya di 2011'an de li wan hereman destpê kir.

XS
SM
MD
LG