Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekrem Hisên: Kolana Kurdî li Sûriyê Bê Hêvîye ji Komîta Destûrî


Di bin çavêdêriya Netewên Yekgirtî, komîta Destûrî ji bo paşaroja siyasî li Sûriyê hate sazkirin û ragîhandin di 24 Îlonê de bi destnîşankirina 150 endaman ji rêjîma Sûriyê, rikeberî û kesên serbixwe.

Di derbarî vê komîtê de û hebûna nûnerên kurda di nav wê de, û karîgeriya vê gava siyasî li ser rewşa Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî , Dengê Amerîka hevpyvînek bi şîrovekarê siyasî Ekrem Hisên re kir.

Di serê de birêz Ekrem anî ziman, ku ev komît bi mebestên siyasî hatiye amade kirin û di bin biryarên siyasî yên welatên derve ku destwerdanê di rewşa Sûriyê de dikin.

Wekî din jî wî got, nebûna kurdan wekû beşekî taybet û serbixwe di nav vê komîtê de ne biryarek dursit û siyasî ye û wê karvdeanê li paşaroja danûstendina de bike , ji ber ku ne rêjîm û ne jî rikeberî pênasîna rewayî bi mafê gelê kurd li Sûriyê dikin.

Di dawiyê de jî, wê karvedana vê biryarê li ser kolana kurdî şîrove kir û got : "Kolana kurdî bê hêvî ye ji vê gavê û nabîne ku wê çaresriya rewşa Sûriyê bike û şerê navxweyî bi dawî bike."

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:48 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG