Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Bombebaran Û Pevçûnên Çekdarî li Idlib Û Al-Suwaydaa li Sûriyê Dom Dikin


Arşîv: Şer Û Alozî li Herêmên cûda li Sûriyê

Çavdêrîya Sûrî Bo Mafên Mirov "SOHR", roja Yekşemê ragihand ku di bombarenke nû ya hêzên rejîma Sûrî bi mûşk û guletopan bo ser herêma "Kêmkirina Nakokiyan" li dewrûberên Dar Izza û herêma Kefernewran û dewrûberên Altiwame bûn sedema mirina zarokekî û birîndar kirina 3 kesên din.

SOHR di malpera xwe de raporteke zelal û bi data weşandiye û dide zanîn ku li herêma Kefernewran mûşekek arastekirî otombîlek aramnc girtîye "Bê ku pêzanînan derbarê ziyanên di bûyerê de çêbûne bide" weke çavkaniya ji herêmê dibêje.

Heman çavkanî dide zanîn ku grûpên çekdar yên li herêma îdlib şeva Şemiyê û serê sibeya Yekşemê, bingehên leşkerê Sûriyê li Kefer Nûbil û Besqelan bombebaran kirine û dibêje "Hêzên rejîma Sûrî jî hin cih li Alfutîre, Filêfil li Cebel Al Zawiye li başûrê Îdlib" bombebaran kirine.

Çavdêriya Sûrî di raporta xwe de dide zanîn ku hejmara qurabniyan di zêdebûnê de ye piştî komkujîya ku leşkerê rejîmê û milîtanên li bajarokê Ahsim li Cebel Al-Zawiye encam dayî hejmara miriyan gehştîye 7 kesên sivîl, ku 4 jin û 3 zarok in "mirin jiber bombekirina herêmê ji aliyê rejîmê û milîtanan pêkhatiye li başûrê Îdlib."

Gelek herêmên Idlib ji meha Hezîranê heta nihe rastî dûbare bombebaranê tên ji aliyê rejîmê de û herwiha grûpên çekdar jî di bersivdanê de bingehên leşkerê rejîmê aramnc digirin yên li dirêjhaiya herêmên ku tên hemberî hev hene, herçende ku agirbest ev saleke hatiye ragihandin.

Li aliyek din SOHR di malpera xwe de û bi rêya twîtekê weşandiye ku ji encama şer û pevçşnên di navbera du aliyên sivîl de li parêzgeha Al-Suwaydaa derketiye li firoşgeha Şahba, li taxê Masakin al-Khoder li bajarokê Şahba yê girêdayî parêzgeha Al-Suwaydaa di encam de 4 kes hatin kuştin û 5 kesên di jî birîndar bûne.

SOHR dibêje, kesên hatine kuştin ji malbateke naskirî ya bajarokê Şahba ne, yê li parêzgeha Al-Suwaydaa.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG