Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zara Salih: Ji bo Parastina Berjewendiyên Xwe Amerîka Kurdan Bê Pişt Nahêle


Pêvdara Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus di kombûna rojnamevanî de gotina wezîrê derve Mike Pompeo dûbare kir ku " Kurd hevparên gellekî Baş in" û dîsanê anî ziman ku wê Amerîka pişta kurdan bernede di paşrojê de.

Di derbarî vê mijarê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi birêz Zara Salih şîrovekarê Siyasî re kir.

Birêz Zara anî ziman ku, Amerîka dixwaze ku berjewendiyên xwe li herêmê biparêze ji ber wê dibîne ku Kurd alîgirên wê yên herî bikêrhatî ne di wê herêmê de.

Ya din jî, ji bo rewşa kurdan di Sûriyê de û gefên ku li wan dibin wî got, ku Amerîka rê nade Tirkiyê yan rêjîma Sûriyê ku êrîşî Kurdan bikin, lê belê ew bi pilan karê xwe dike, da ku nakokî li wir zêdetir nebin.

Hevpeyvîna Zara Salih 6-15-2019-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:44 0:00

XS
SM
MD
LG