Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Esed: Me ji Rûsyayê Çekên Nû Wergirtine


Serokê Sûrîyê Beşar Esed di hevpeyvîneke televîzyona Al Manar ya Lubnanî de xwane dibe.
Serokê Sûrîyê Beşar Esed di hevpeyvîneke televîzyona Al Manar ya Lubnanî de xwane dibe.
Serokê Sûrîyê Beşar Esed dibêje, wan ji Rûsyayê çekên nû wergirtine. Ew herwiha gefa tolhildanê ji Îsraîlê dike, eger ew careke din êrîşên esmanî li dijî welatê wî bike.

Birêz Esed, di hevpeyvîneke televîzyona Al Manar ya Lubnanî de bi zelalî eşkere nekir ku nav wan çekan de sîstema berevanî ya pêşketî S-300 hene yan ne.

Moskow soz dabû ku S-300 bişîne Şamê, lê heta niha ew yek piştrast nekiriye.

Lê, Rûsya dibêje ewê muşekên pêşketî bişîne Sûrîyê ku Şam bikaribe şerî maytekirina derveyî bike.

Ji Îsraîlê, ku ragihandibû ewê rê li ber hinartina çekan bigire, demûdest ti daxuyanî li ser gotinên Esed nehatin. Firîngeha serekî ya Îsraîlê dikeve nav menzîla muşekên S-300.
XS
SM
MD
LG