Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salihê Kevirbirî: Nivîsîna bi Kurdî Derîyên Hemî Kurdan ji Min re Vekir


Nivîsana bi zmanê kurdî û bi taybetî zarava Kurmancî, nivîskar û hezkiriyê wê xistiye beranberî bernageriyeke mezin, ji bo berdewamiya vî zimanê.

Ji ber kêmbûna xwendevanê kurdî, û ya din kêmguhdna bi çapkirin û belavkirina wê ji aliyê sazî û partiyan ve.

Nivîskar û rojnameger Salihê Kevirbirî yek ji wan kesane ku ji gêncîtiya xwe ve dest bi nivîsandina kurdî kireye. Di serdana xwe ya kin de li Waşingtona paytext, me wî kiri mêvanê bernama Deng û Reng.

Pênasîna bi nivîskar re:

Di sala 1973'an de li Êlehê (Batmanê) Ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji Misricê (Kurtalan) ya Xerzan e.

Xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc û Edeneyê kiriye.

Ji zaroktiya xwe ve ne dûrî kelepora kurdî bû, bi dastan û stranên kilasîka kurdî ve mijûl bû, ji ber xalê wî Dengbêj Salihê Qubînî ve.

Di sala 1992'an bi rêka rojnameya Welat ya ku bi zmanê kurdî derdiket, ew hînî zimanê kurdî bû. Dawiyê di rojnama Welatê Me dest bi karê rojnamegeriyê kir. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kir.

Di destpêka sala 1997'an de hate Stenbolê, di heman rojnameyê de bû berpirsiyarê Karê Nivîsaran bû.

Ji bilî Welat, Welatê Me û Azadiya Welat, nivîsar, hevpeyvîn û lêkolînên wî di kovar û rojnameyên weke Ozgur Politika, Demokrasî, Ozgur Bakiş, Yeni Gundem, Jiyana Rewşen, Avaşîn, Nûbihar û Nûdem de hatin weşandin.

Bi nivîskar Mehmûd Baksî re kar kiribû, li ser romana wî Serhildana Mala Eliyê Ûnis, berî mirina Baksî li Siwêdê.

Salihê Kevirbirî, endamê PENa Kurd, endamê PENa Navneteweyî û endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Berhemên wî:

- Filîtê Quto - Weşanên Pêrî

- Karabetê Xaço

- Gera Pênûsê - Weşanên sî - 2003

- Kürt Halk Türkülerinden Seçmeler (Ji Kurd bo Tirkî werger: Mazlûm Dogan) Evrensel Yayinlari- 2004

- Bir Dunya Ozani: Sivan Perwer (Ozanekî Cîhanê: Sivan Perwer)(Wesanên Elma-Elma Yayinlari) Stenbol Serwamez (Kasim) 2004, Tirkî, 160 rûpel

- Hevîrtirş: Gotar

- Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk (Orhan Çelîk) Ji Tirkî Werger

- Efsaneya Çiyayê Agirî (Yaşar Kemal) Ji Tirkî werger, ji çapê re amade ye.

Wekî din jî wî li ser çend belgefilman karkirye, di derbarî kurdên welatên Sovyata Berê de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:19:12 0:00

XS
SM
MD
LG