Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Mislim: Armanca Artêşa Tirk Tolhildana DAIŞ'ê Ye


Endamê Komîteya Dîplomasîya TEV-DEM’ê Salih Mislim di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku Artêşa Tirkîyê bi êrîşên bi ser Efrînê de dixwaze tola Dewleta Îslamî (DAIŞ) hilde.

Mislim dîyar kir ku plana DAIŞ’ê li Kobanê, Serêkanî û Reqa bi seri nebûne û Tirkîye çekdarên wê yên li wan herêman têkçûne jinûve kom kirine.

‘’Di êrîşên bi ser Efrînê de, du armancên Artêşa Tirk hene, yek tolhildana DAIŞ’ê ye, yek jî guhertineke demografîya Efrînê ye. Tirkîye dixwaze kesên ji Çeçenîstanê, Turmanîstanê, ku li Îdlibê kom kiribûn, bîne li Efrînê bi cîh bike.’’

Mislim da zanîn ku 12 roj in êrîşên Artêşa Tirk ji erd û esmên didomin. "Wan muşek avêtiye hindurê Efrînê jî û hin ji wan zarok û jin 12 kes di wê êrîşa muşekî de birîndar birîndar bûne."

Mislim bi bîr xist ku hêzên Kurdan dijî DAIŞ’ê ‘’têkoşîneke bêhempa’’ kiriye û ger ew dev ji têkoşîna dijî wê rêxistinê berdin, ewê di 6 mehan de dîsa li herêmê mezin bibe.

Mislim dîyar kir ku di êrîşên Tirkîyê de heta niha bi sedan sîvîl hatine kuştin. Wî bang li civaka navneteweyî kir ku dijî hikûmeta Tirk bertekan nîşan bidin û rê li ber êrîşên wê bigirin.

Salih Mislim: Emê li Efrînê Heta Dawî Berxwedanê Bikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:21:06 0:00

XS
SM
MD
LG