Lînkên eksesibilîtî

Mislim: Em Amade Ne Piştgirîya Gelê Me yê Başûr Bikin


Hevserokê PYD'ê Salih Mislim dibêje ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) amade ye piştgirî bide Kurdên Îraqê.

Mislim di hevpeyvîna rojnameya Şerq el-Ewset got ku ew amade ne piştgirî bidin Herêma Kurdistanê û berevanî li wê bikin.

"Referandum mafekî asayî ya gelan e û em piştgirî didin hemî kesên ku vê mafê bi kar tîne. Em ligel wê yekê ne ku jibo wergirtina tiştekî xwe, mafê referandumê bi kar bînî. iya wê yekê dikin ku gel dengê xwe bide û mafê xwe bikar bîne.”

Mislim da zanîn ku tevî ku cudabirî di nav beşên Kurdistanê hebin jî ew hemî kêşeyên navxweyî ne.

“Dema gefek li ser gelê me hebe, bo berevanîya leşkerî, em amade ne ku bê guman hemî tiştên pêdivî bikin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Hevseroka Federasyona Bakurê Sûrîyê Hedîye Yûsif jî ji ser Twitterê gotibû ku derîyên sînor yên bi Herêma Kurdistanê re vekirî bimînin û ewê hemî alîkarîyên pêdivî bikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG