Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tûnisî Roja Yekşemê Diçine Ser Sindoqan


Jineke Tûnisî ku li Fasê dijî li Balyozxaneya Tûnisî ya li paytaxt Rabatê dengê xwe kar tîne.

Kempeynên hilbijartinê li Tûnisê bi dawî hatin, ku hilbijêr roja Yekşemê jibo hilbijartina yekê ya piştî serdema serokê berê Zeynel Abîdîne Bîn Alî diçine ser sindoqan.

Pirtir ji 100 partîyên sîyasî pişikdarî li hilbijartina Yekşemê dikin. Hilbijêran dê 217 endamên parlemana nû damezrandî hilbijêrin ku li ber e qanûna bingehîn a nû amade bike û hikûmeteke demkî pêk bîne.

Di hilbijartinê de bêtirî 10.000 berbijar dê jibo kûrsîyên parlemanê bikevine pêşbazîyê.

Şîker (analîst) pêşbînî dikin ku Partîya Ennahda ya îslamî ya nermê di hilbijartinê de bibe partîya yekê.

Serokwezîrê demkî Beji Caid Essebsi roja Pêncşemê bang li Tûnisîyan kir ku “bê tirs dengê xwe bidin”. Wî soz da ku hilbijartin wê adîlane pêk were.

XS
SM
MD
LG