Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî Başûrê Şamê ji DAIŞ'ê Paqij Kir


Ajansa Reuters ji zarê televîzyona dewleta Sûrî ragihand ku artêşa wî welatî îro Duşemê deverên dawî li başûrê Şamê ji kontrola Dewleta Îslamî (DAIŞ) derxistin û paytaxt bi tevahî ji mîlîtanan paqij kirin.

Hêzên ser bi hikûmetê ji çend hefte vir ve hewil didan ku taxa el-Hajar el-Aswad û kampa Yarmuk ya penaberên Fîlîstînî bigirin bin kontrola xwe.

Televîzyona dewletê ragihand ku wateya azadkirina taxa el-Hajar el-Aswad, bi temamî paqijkirina herêma başûrê Şamê ji xirabkaranan e.

Piştî têkçûnên dawî, DAIŞ niha tenê du deverên li sahra ya rojhilata Sûrîyê kontrol dike ku di bin dorpêçkirinê de ne.

XS
SM
MD
LG