Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Artêşa Sûrî li Taxên Rojhilata Şamê bi Pêş Dikeve


Wêneyeke arşîvê ji rojhilata Şamê
Wêneyeke arşîvê ji rojhilata Şamê

Ajansa Reuters radigihîne ku artêşa Sûrî û hevalbendên wê îro Duşemê rêyeke girîng ya bin kontrola serhildayan li bakurê rojhilata Şamê kontrol kir.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) bal kişand ku bi vê gavê, hêzên hikûmeta Sûrî nêzîk bûn ku devera bin kontrola serhildayan ji hev veqetînin.

SOHR da zanîn ku pêşketina hêzên hikûmetê li seranser rêya ku taxên Barza, Qabun û Tişrîn li Guta ya Rojhilat pêk hat ku li deverên dervayê paytaxta Sûrî Şamê ne.

SOHR herwiha ragihand ku li bajarê Deraa ya başûrê Sûrîyê, li Hema û Helebê jî di navbera artêşa Sûrî û serhilyan de qewimî û piştî pevçûnên ser erdê, firokên hikûmetê êrîşên esmanî yên giran pêk anîn.

Di şerê navxweyî yê Sûrîyê de, Rûsya bi êrîşên esmanî piştgirîya serok Beşar Esad dike û Îran û hêzên Şîa li erdê dijî serhildayên piranî Sunnî dikin ku ji Tirkîyê û welatên Kendavê piştgirî werdigirin.

XS
SM
MD
LG