Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Alîgirên Sadr Dijî Amerîka Derketin Kolanan


Bi hezaran Îraqî îro piştî nimêja Înê li navenda Bexda xwepêşandanek li dar xist, piştî ku rêberê Şîa Muqteda El Sadr bang kiribû ku mîlyonek kes dijî Amerîka derkevin kolanan.

Xwepêşandaran demên zûtir ya îro li Qada Hurrîya û dora zanîngeha serekî ya Bexda dest bi meşê kirin, lê nêzî Qada Tahrîr ya sembola xwepêşandanên girseyî yên dijî sîstema sîyasî ya Îraqê nekirin.

“Divê Amerîka, Îsraîl û hemî sîyasetvanên gênî yên perexwar herin,” xwepêşandanê bi navê Raed Ebu Zehra, ku ji bajarê Samawa ya başûr hatibû xwenîşandanê.

“Em piştgirîya xwepêşandanên li Qada Tahrîrê dikin, lê divê hun fem bikin ku Sadr jibo piştgirîya wan ev xwepêşandan li vê derê li dar xist,” Zehra got.

Pisporên sîyasî bal dikişînin ku Sadr bi vê rêdeçûnê armanc dike ku jibo kişandina hêzên xwe ji Îraqê, givaştinên ser Washingtonê zêde bike.

Sadr dijberîya hemî hêzên bîyanî li Îraqê dike û naxwaze dewletên din di karên ÎRaqê de xwedîyê gotin bin, lê wî di demên dawî de xwe nêzî Îranê kiriye.

XS
SM
MD
LG