Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Piştevanên El Sadr li Bexda Xwepêşandanê Dikin


Piştgirên Sadr (Arşîv)

Ajansa AP radigihîne ku bi hezaran Îraqî bo piştgirîya meleyê Şîa Muqtada el-Sadr, ku pêşengîya protestoyên reformxwaz yên dijî hikûmetê dike, herikîn kolanên paytaxt Bexda,

Di xwepêşandanê de, cîgirê el-Sadr, Şêx Esad el-Nasiri peyama Sadr xwend û 24 seet muhlet da Serokwezîrê Heyder el-Abadî ku, destnîşankirina teknokratan ji postên girîng re jî nav de, reformên berfireh pêk bîne.

Mesaja Sadr bi berdewamî got ku eger ew reform pêk nayên, çalakîyên wan bi rûniştina pêş Devera Kesk ya navenda hikûmeta Îraqê sînordar nabin û li her derê belav bin.

Hêjayî gotinê ye ku xwepêşandanên vê heftê armanc dike ku giwaştin û zextên ser rêbertîya sîyasî ya Îraqê pirtir bike. Hewlên Ebadî yên cîhanîna reforman rastî çend gavên wî yên çewt û alozîyên mezhebî li Îraqê hatibûn.

XS
SM
MD
LG