Di encamê topbarankirin û êrîşan li ser gundên Kurdan Teltanê û Brozê yên rojavayê bajarê Babê de 16 sîvîl hatine kuştin.
Jêderên xwecîhî ragihand ku 13 sîvîl li gundê Teltanê û 3 kesên din jî li gundê Barozê de hatin kuştin.
Çavkanîyên xwecîhî herwiha radigihînin ku ev sî roj in ku gundên rojavayê Babê rastî topbarankirin û êrîşên tankan tên û di encamê de welatîyên sîvîl têne kuştin.
Bi alîyekî din ve, li gundê Şedodê ya rojavayê Babê 9 hemwelatîyên Kurd ji alîyê DAIŞ’ê ve hatine binçav kirin û heta niha rewş û cîhê wan ne dîyar e.
Hêjayî balkişandinê ye ku piranîya gundên Kurdan li herêma Babê, di bin destê DAIŞ’ê da ne û ew tim dibin armanca lêdan û kuştinan.