Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Ewrupa Xelata Sakharov Dide Jîna Emînî


Parlamana Ewrupa (PE) îro Pencşemê dîyar kir ku wan bo têkoşîna azadî û wekhevîyê Xelata Azadîyê Ramanê ya Sakharov ya 2023'yân daye jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî û tevgera 'Jin, Jîyan, Azadî'.

Xelata Azadîyê Ramanê ya Sakharov xelata herî payebilind ya mafên mirovan Yekîtîya Ewrupa ye.

Seroka Parlamana Ewrupa Roberta Metsola li bajarê Strasbourg Fransa da zanîn ku piştî konferansa serokan ya parlamanê ev biryar hatiye dayîn.

Roberta Metsola
Roberta Metsola

"Roja kuştina Emînî wê tim wek rojeke rûreşîyê were bîranîn. Cîhanê slogana ‘Jin, Jîyan, Azadî’ bihîst. Sê gotinên ku jibo hemû kesên li Îranê ku bona wekhevî, rûmet û azadîyê li ber xwe didin, bûne qîrîna bangawazîyê."

Metsola dîyar kir ku Parlamana Ewrupî bi serbilindî bi wan mirovên wêrek e ku jibo wekhevî, rûmet û azadîyê li Îranê têkoşînê didomînin.

"Parlamana Ewrupa dayîna Xelata Sakharov ya Azadîya Ramanê ya 2023'an, têkoşîna wan bi bîr tîne û ji hemû kesên ku jibo azadîyê berdêla herî giran dane, rêzgirtina xwe pêşkeş dike,ʺ Metsola got.

Jîna Emînî ya 22 salî, di 16’ê Îlona sala borî de, di dema binçavkirina polîsan de miribû, piştî ku polîsên exlaqî yên Îranê ew jiber binpekirina qanûna kincên mecbûrî desteser kiribû.

Kuştina Jîna bûbû sedem ku dijî desthilatdarîya olî ya Îranê li hindurê welêt û li seranserî cîhanê xwepêşandanên girseyî çêbin.

Di xwepêşandanên bi pêşengîya jin û ciwanan de û bi slogana 'Jin, Jîyan, Azadî' banga dawîkirina desthilatdarîya olî, azadîya jinan û mafên wekhevîyê dihatin bilind kirin.

Li gor rêxistinên mafên mirovan de, di givaştin û eciqandina tund ya hêzên ewlekarîya Îranê de, pirtir ji 500 kes hatibûn kuştin ku 71 ji wan zarok bûn. Dîsa, bi sedan kesên din birîndar bûbûn û bi hezaran xwepêşander jî hatibûn girtin.

PE gelek caran tepeserkirina hovane ya rejîma Îranê ser xwepêşandanan şermazar kiribû û du caran dijî karbidestên Îranî, ku hem di kuştina Jîna de hem jî di zordarîya rejîmê de cîh digirtin, tole ragihandibûn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Xelata Sakharov ya YE, ser navê rikeberê Sovyetê Andrey Sakharov, di 1988’an vir ve tê dayîn.

YE bi armanca rêzgirtina mirov yan komên ku berevanî û tekoşîna mafên mirovan û azadîyên bingehîn dikin, vê xelatê pêşkêş dike û herwiha 50 hezar euro jî wek bi vê xelatê tê dayîn.

Li ber e merasîma xelatdayînê di 13’ê Berfanbarê de, li Civata Giştî ya Parlamana Ewrupa were darxistin.

Hejayê gotinê ye ku berê jî sê jinên Kurd: Leyla Zana, Nadia Murad û Lamîya Hacî Beşar jî Xelata Sakharov wergirtibûn.

XS
SM
MD
LG