Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sala Vîrusa Koronayê û Tiştên ku li Pêy Xwe Hiştine


Gelo, em dê carek din vegerin rewşa normal?

Ew pirsek e ku li seranserê cîhanê tê pirsîn dema sala reş ya 2020an dibe 2021.

Û çend pirsên din jî hene.

Dê derzîyên li dijî vîrûsa koronayê bi bandor bin? Parastin heta kengî dê bidome? Dê têra xwe mirov werin vaksîn kirin da ku vîrûsê vemirîne? Dê vîrus biguhere, genetîka xwe biguhezîne, zanyarên vaksînan neçar bike ku çarek din bigerin?

Heke vîrus were vemirandin jî, dê bandorên demdirêj yên siyasî, civakî û aborî yên pandemiyê were wê wateyê ku jiyan tu carî din venegere rewşa "normal?" Wekî din, ma fer e ku em tenê bi hêsanî berdevamîya statukoyê bixwazin?

Dinya bi xwe berî ku vîrûsa koronayê her tişt berovajî kirî jî aloz bû. Digel hilweşîna darayî ya 2008-09an, rewşa polîtîk ya damezirandî bi bilindbûna populîzmê dihejîya.

Nivîskarê Hindî Pankaj Mishra di pirtûka xwe ya pêş-vîrûsa koronayê de nivîsand, "Serdema Enirînê: Dîroka Niha", digot gelek kesan xwe bê hêz hîs dikir, bawerîya xwe bi rayedarên sîyasî û qabîliyeta wan ku wan biparêze anjî aramîyek pêşbînî çêbike winda kiribû.

Ew hemî berî derketina virusa kimbax bû ku hikûmetan diceribîne û guman û nedîtbarîyê zêde dike. Û niha krîza tenduristîya giştî bûye nehingek pir-serî ya kêşeyên bi yekve girêdayî.

Bi deh mîlyon kesan karên xwe winda kirin. Aborîzan dibêjin dema ku encamên sûnamîya aborîyê derdikevin, rêjeya kesên bêkar dê zêdetir bibe. "Dema vaksînkirina girseyî di sala pêşîya me anjî direngtir dawîya pandemîya COVID-19 dîyar dike, ew li dijî zerera aborî ya demdirêj parastinê nake," dibêje Stephen Roach, lêkolînerek payebilind ji Zanîngeha Yale û aborîzanekê berê yê sereke yê Morgan Stanley, banka weberhênanê ya li New Yorkê. COVID-19 nexweşîyek e ku ji vîrûsa koronayê çêdibe.

"Lêkolînên dawî yên li ser bandora 19 pandemîyên sereke yên vedigerin sedsala 14an - her yek bi mirinên ji 100,000 zêdetir – sîya dirêj ya pirsgrêkên aborî radixe ber çavan," Stephen Roach ser da dibêje.

Hikûmet dikevin bin deynên mezin anjî dikevin kûratîya rezervan da ku hewil bidin xwe li ber pandemiyê bigirin, hêvî dikin ku pêşveçûna aborîya piştî-pandemîyê dê zûtir çêbibe da ku balans bizivire û baştir bibe.

Di pirtûka klasîk ya nivîskarê Îtalî Giovanni Boccaccio da, "The Decameron", demek kurt piştî Mirina Reş ya sedsala 14an da, heft jinên ciwan û sê xort ji belaya bubonîk direvin û xwe dikin vîllayeka derveyî Firensayê. Li vir ew 100 çîrokan dibêjin da ku dema xwe derbas bikin. Pirtûk bi vegerîna wê komê bo Florensayê da ku piştî nexweşîyê jîyana xwe ya berê bidomînin dawî dibe.

Lê pandemî û nexweşî, wekî şeran, şopa xwe dihêlin, û dîroka pandemîyan dîyar dike ku pir kes venagerin jîyana xwe ya berî nexweşiyê. Bela û nexweşîyan berê jî şiklekî nû daye welatan. Di heman demê da ew dikarin împaratorîyan jî hilweşînin. Li gorî dîroknasê Amerîkî Timothy Winegard, nivîskarê "Pêşoke: Dîroka Kujerê Me yê Herî Metirsîdar," (The Mosquito: A History of Our Deadliest Predator) ku sala borî hate weşandin, dibe ku cûreyek nû ya virusa vebayê bibe sedema ruxandina Romaya kevin.

Analîst û dîroknas hişyarî didin ku pandemî dê bibe sedema tengasîyên dirêj yên aborî. Stephen Machin, rêveberê Navenda Çalakîya Aborî li Zanîngeha Aborî ya Londonê, dibêje: "Guhertinên demdirêj li awayê kirîn, gerîn û sosyalîzasyona me dê bandorek girîng li hinek sektoran bike." Wekî din, wî got "Nedîyarbûna derbarê pandemîyê tê vê wateyê ku pêşveçûn û başbûn dê hêdîtir çêbibe. Ji ber vê yekê, potansîyela girîng ya birînên aborî hene ku dê kûrtir bibe".

Hilberandina aborîya cîhanî li gorî pêşbîniyan dê %7 kêmtir be. Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku 207 mîlyon mirovên din dikarin di sala 2030an da bikevin nav hejarîyek dijwar, ji ber bandora dijwar ya pandemîya demdirêj, û ew hejmar dê ji mîlyarekê zêdetir bibe.

Dê pandemî pêşveçûnan bilez bike?

Xweşbîner dibêjin dibe ku hinek başî ji sala nexweşîyê derkevin, her wekî ji pandemîyên berê jî derketine. Dîroknas dibêjin Mirina Reş jiber feqîrbûna gelek arîstokrat û axayan dawîya feodalîzmê zû îna,.

Gava ku hinek kes ji dubendîya siyasî ya kûrtir ditirsin jî, xweşbîn diyar dikin ku pandemîya virûsa koronayê nîşanên hevgirtina civakî ya mezintir jî dîtiye. Li Welatên Yekbûyî, bi serlêdanên jibo alîkariyê û pêşniyarên alîkariyê yên li ser Facebook û malperên din yên medyaya civakî têne weşandin û alîkariya hevbeş hene. Cîran û endamên torên alîkariya hevbeş alîkariya kesên birsî, yên bê maske û kal û pîran dikin. Çalakvan dibêjin ew yek jî civakê pirtir bi yek ve girê dide.

Mîrateyên mayî?

Jibo gelek karmendan, pandemiyê xebata ofîsê ber bi karûbarê nav-malê ve bir, bi taybetî aborîyên ji alîyê înternetê ve pêşketî guhertinek berbiçav dît. Hinek çavdêr pêşbînî dikin ku ev guhertine dê domdar be û feydeyên wê hene. Karmendên ji mal dixebitin li ser dema xwe pirtir xwedan kontrol in, azadtir in ku biryara xwe bidin ka kengî karê xwe bikin û ew yek jî derfetê dide wan ku karê xwe, karê malê, jîyana malbatî û bêhnvedanê bihelsengînin.

Kêmkirina seyrûsefera rêwîtiyê di heman demê de sûdê dide jîngehê û avûhewa, kêmkirina binesazîya hatûçûnan û veguhastinê lêçûnan dadixe û gazên karbondîoksît kêm dike. Hinek lêkolîn hişyar dikin ku sûdên avûhewa dikarin bêne kêm kirin, lê, bi zêdebûna germkirin û fênik kirina malan.

XS
SM
MD
LG