Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Muslim Îdiayên Tirkiyê Red Dike


leader of PYD
leader of PYD

Hevserokê giştî yê Partiya Yekêtiya Demokratîk (PYD)ê, jibo ajana Fransî AFP da ye xweyakirin ku, haya YPG ê ji peqîna enqere nîne û ew gotinên berpirsên dewleta Tirk yên dibêjin YPG ew peqîn encam daye ne rastin.

Muslim herwiha da zanîn ku, Tirkiye dixwaze behanekê peyda bike, da ku bi hêzeke leşkerî bikeve di nav axa Sûriyê de, dîsan Muslim ragihand ku ne YPG û ne PYD Tirkiyê weke dojmin nabîne, ev demeke dirêje YPG hevsînore li gel Tirkiyê lê heta niha yek fîşek bi alê Tirkiyê de ne teqandiye, weke salih Muslim hevserokê PYD dibêje.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu piştî peqîna Enqerê ragihand ku, YPG ev çalakî pêkaniye, kesê êrîşkar xelkê Sûriyê ye, ji bajarokê Amûdê ye navê wî Salih Necar e, sala 1992ê hatiye dinê.

Peyvdarê fermî yê YPG Redur Xelîl dîsan îro jibo Dengê Amerîka pişka kurdî axifit, Xelîl da zanîn ku têkiliya YPG ê bi peqîna Enqerê re nîne û weha got "Tirkîye dixwaze ew peqîn wek hecet bikar bîne û mudaxeleya Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê bike".

XS
SM
MD
LG