Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê Berê yê PYD Salih Mislim li Pragê tê Girtin


Salih Mislim

Ajansa fermî ya nûçeyan a Tirkiyê dibêje desthilatdarên Çîkî hevserokê berê yê partiya Yekîtiya Demukrat PYD doh Şemiyê li bajarê Pragê girt.

Ajans dibêje girtina Salih Mislim hat li ser daxwaza Enqera ji Interpol. Daxwaz bi navê Red Notice tê nasîn.

Polîsê Çîkî hîn çi şîrove di vê derbarê de nedane.

Mislim meha Şibatê ketibû lîsta kesayetiyên sereke yên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên xwestin.

Tirkiyê PYD wek “gurûpeka terorîst” a girêdayî PKK dide nasîn.

PYD partiya siyasî ya sereke ya Kurdên Sûriyê ye û herçendî ew niha ne serokê PYDê ye, lê dimîne yek ji serkirdeyên bi bandor ên partiyê.

Anadol dibêje Tirkiyê daxwaza radestkirina Mislim dike û dadgeha Çîkî dê biryarê bide ka wî radestî Tirkiyê bike an azad berde.

XS
SM
MD
LG