Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û hevtayê wî yê Îraqî Berhem Salih, li Enqerê kom bûn.
Her du rêberan piştî civînê preskonferanseke hevbeş li dar xistin.
Erdogan di axaftina xwe de dîyar kir ku Tirkîye naxwaze ku axa Îraqê perçe bibe û ew alîgirê yekîtîya sîyasî ya wî welatî ne.
Wî da zanîn ku ew dê hevdîtinên bi karbidestên Îraqî re bidomînin û bi taybetî ser herêmên Îraqê yên jiber cengê zarar dîtine, planên hevkarîyê yên jinûve avakirinê çêkin.
Berhem Salih jî di axaftina xwe de da zanîn ku ew li bendê ne ku Tirkîye bo jinûve avakirina hin herêmên Îraqê hevkarîyê bike.
Salih dîyar kir ku bi peywendîyên nû ew dê hevkarîyeke xurt çêkin.