Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Mislim: Dîyaloga Me bi Hemî Alîyan re Berdewam Dike


Siyasetvanê Kurd Salih Mislim ku berpirsê têkiliyên derve yê TEV-DEMê, bal kişand ser hin xalên giring yên nav rojeva Kurdên Rojava û yên Kurdan bi giştî.

Mislim derbarê vekişandina hêzên Amerîkî got ku li gor pêzanînên digihin wan hê jî ti vekişandin çênebûne. "Hêzên Amerîkî her li cîhê xwe ne û hêzên din yên koalîsyonê bi wan re ne."

Mislim li ser danûnûstandinên bi Amerîka û hevpeymana re got, danûstandin di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Amerîkiyan de heye.

Wî herwiha got ku şanda danûstaçendinan bi Rûsya re jî encam dide, lê wî ti hûrgilî nedan.

"Her ji destpêkê, pişta me bi gelê me rast e û me hêviyên xwe nedanîne ser hêzek biyanî. Ew jibo berjewendiya xwe ya şerê li dij DAIŞê hatine, em jî şerê DAIŞê dikîn, piştevaniya wan jibo me girîng û baş e, lê dema me şerê DAIŞê dikir, hêzên Amerîkî li vê derê nebûn, herkes li gor hesaba xwe hatine herêmê."

Mislim li ser diyaloga bi rejîma Esad re jî got ku tim dîyalog hebû.

"Dema Amerîka nebû, dema hebû û diyalog qut nebûye. Sîstemeke me heye, em guherînên li Sûriyê dixwazîn û em jî perçekî Sûriyê ne. Em di biryara xwe de azad in û projeyek me heye, li gor wê dîyalog berdewam e."

Hevpeyvîn li gel Salih Mislim
please wait

No media source currently available

0:00 0:18:25 0:00

XS
SM
MD
LG