Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îraqê Berhem Salih li Civata Giştî ya NY de Axifî


Serokomarê Îraqê Berhem Salih

Serokê Îraqê Berhem Salih roja Pêncşemê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 76'an de li NewYorkê axifî.

Salih dîyar kir ku hevkarî û piştvanîya navneteweyî tekane rêya tekoşîna dijî terorê ye.

Hevdem, Salih di derbarê paşguhkirina mijarê de hişyarî da.

Wî anî ziman ku tenê di 40 salên borî de, Îraqê jiber şer, ambargo, zordarî, kiryarên qirkirinê û herwiha dorpêça terorê li ser bajarên wan gelek êş kişandine.

Salih ragihand ku îro welêta wî dixebite ku herêmên ji koma tundrê DAIŞ'ê hatine rizgar kirin jinûve ava bike û bicîh bikin ku mirovên koçber bikaribin vegerin malên xwe.

Serokê Îraqê ji serokên cîhanê re got ku xeterîya terorê divê neyê paşguh kirin.

"Ger em bi pevçûnên herêmî sist û bêbaldar bibin, emê rasterast vegera hêzên tarîxwaz bibînin ku ewê gel û ewlehîya me tehdît bikin, " Salih got.

"Di tekoşîna me ya dijî terora navneteweyî û komên ku piştgirîyê dikin de, hevkarî û piştvanî tekane rêka me ye.Divê em dijî çavkanîyên wê yên diravî şer bikin, bandorên wê yên xeter çareser bikin û tazmînatê bidin qûrbanîyên xwe, piştrast bikin ku ev êşên giran dubare nabin."

Îraqê jibo alîkarîya Êzîdîyên ku ji hovîtiyên DAIŞ'ê rizgar bûne qanûneke derxist; hovîtiyên wek qirkirinên girseyî, guhertinên olî yên bî zordarî û tundîtûjîya cinsî ku bi hezaran jin û keçên êzîdî kir armanc.

Ev qanûna di heman demê de jinên ji komên kemhatiyên din jî diparêze.

Salih di jinûve avakirina herêmên ku ji serwerîya terorê rizgar bûne de, pêşketineke mezin ragihand, lê got ku welatê wî hêvî dike ku ji piştgirîya navneteweyî feydê wergire.

"Divê em bersîvê bidin pêwîstîyên lezgîn yên mirovahî û alikarîya pêşvebirina kapasîteya jinûve avakirina binesazîya li welêt, bikin da ku hemwelatîyên me bikaribin careke din jiyaneke birûmet û asayî bibînin,” Salih got.

Hevdem, wî dîyar kir ku gendelî bo ewlehî û aramîyê, xeterîyeke din e, hem li seranserê cîhanê û hem jî li Îraqê.

"Welatê me jiber barê giran yê ku şeran dû xwe hiştiye bi gendelîyê re rûbirû ye û pevçûnên ku beşekî mezin yên çavkanîyên welat têk birine, bi vî awayî Iraqî ji dewlemendiyên axa xwe bêpar dimînin, " Salih got.

Salih têkoşîna dijî gendelîyê wek "şerekî neteweyî yê rastîn" bi nav kir û ragihand ku hikûmeta wî li ser qanûneke nû dixebite ku mal û milkên hatine dizîn werin rizgar kirin.

Wî destnîşan kir ku heya ku ew nikaribin gendelîyê têk bibin, rewşa welat ewê normal nebe.

"Ev şer tê vê wateyê ku divê em çavkanîyên gendelîyê sînordar bikin û awayên cihêreng yên gehîştina wan asteng bikin. Pêdîvî ye ku em piştrast bikin ku fonên diravî, hebûnên ku hatine talan kirin an firotin paş ve werin girtin, beşek mezin ji wan ji bo domandina şîdet û kaosê li welêt têne bikar anîn. Ji bilî serkeftinê çareyeke me ya din tuneye, ” Salih got.

Salih bang li welatan kir ku bo dîtina van hebûnan alîkarîya Îraqê bikin.

XS
SM
MD
LG