Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Brîtanî Hewil Didin ku Sedema Bûyera Jahrketinê Ronî Bike


Polîsên dijterorê yên Brîtanî îro Pêncşemê dixebitin ku ronî bikin çawa zilamek û hevjîna wî bi wê jahrê ketine ku di êrîşa hember sixûrê berê Sergei Skripal û qîza wî Yulia de hatibû xebitandin.

Wezîrê Karê Hindurîn yê Brîtanya Sajid Javid, civîna bi komîteya awarte ya COBRA bi rêve dibe.

Polîsan ragihand ku navê zilamê jahrkirî Charlie Rowley e û yê hevjîna wî jî Dawn Sturgess e.

Ew her du roja Şemîyê li Amesbury ya 13 kîlometre dûrî Salisbury, cîhê ku Skripal û keça wî di Adarê de lê jahrkirî hatibûn dîtin.

Wezîrê Ewlehîyê Ben Wallace ji BBC re got “vekoler bawer dikin ku bûyer bi êrîşa berê ve girêdayî ye, ne êrîşeke nû ya jahrkirinê ye.”

Bi jahrketina Rowley û Sturgess, ku girêdaneke wan ya eşkere bi Rûsya tuneye, tirsa nav rûniştvanên Salisbury kûr kiriye, lê karbidestên saxlemîyê dibêjin ku asta xeterî nizim e.

Brîtanya, jiber jahkirina Skripal ya bi gaza Novichok Rûsya tawanbar kiribû, lê Moskowê ew yek bi tundî red kiribû.

XS
SM
MD
LG