Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salome Zurabishvili Bû Serokomara Jin ya Pêşî ya Gurcistanê


Salome Zurabishvili di hilbijartina serokomarî ya Gurcistanê de bi ser ket û bû serokomara jin ya pêşî ya wî welatî.

Dîplomata ku li Fransa hatiye dinê, 59 ji sedê dengan sitand û berbijarê din Grigol Vashadze yê ku 40 ji sedê dengan kom kir, derbaz kir.

Di hilbijartinê de Zurabishvili piştgirîya Partîya Xewna Gurcî wergirt û Vashadzade jî berbijarê rikeberîyê bû.

Li ber e ku bi qanûna nû ya Gurcistanê, erka serokomarîyê pirtir bi awayekî sembolîk bimeşe.

Zurabishvili dixwaze ku Gurcistan bi Rûsya û welatên rojava re peywendîyên ku tayên hevdu ne çêke.

Vashadze, ku di sala 2008’an de dema şerê Gurcistan û Rûsya wezîrê derve bû, dixwest ku dewleta wî pirtir bi welatên rojava re peywendîyê xurt bike.

Zurabishvili di gera duyê ya hilbijartinê de bi ser ket.

Çavdêrên navneteweyî ser gera yekê ya hilbijartinê dîyar kiribûn ku ‘’di şertên ne wekhev de’’ pêk hatiye.

XS
SM
MD
LG