Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nêzî Firîngeha Şamê Peqîneke Mezin Pêk Tê


Di wêneya ji arşîvê de ar ji nêzî Firîngeha Şamê radibe
Di wêneya ji arşîvê de ar ji nêzî Firîngeha Şamê radibe

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Pêncşemê ragihand ku li nêzî Firîngeha Şamê peqîneke mezin pêk hatîye.

Rêberê SOHR’ê Ramî Abdulraman dîyar kir ku peqîn mezin bûye û ji navenda Şamê jî hatîye bihîstin.

Firîngeh, 25 kîlometre dûrî navenda Şam ya paytaxta Sûrîyê ye.

Jêderên herêmî dibêjin ku peqîn piştî agirekî gur pêk hatîye. Hejmarên kuştî û birîndarên êgir û peqînê nayên zanîn û ne eşkere ye ku peqîn ji çi çêbûye.

Li gor nûçeya e-Manar TV, ku nêzî Hizbullaha Lubnanê ye, dibe ku peqîn bi êrîşa esmanî ya Îsraîlê pêk hatibe.

Wezîrê Îstixbarata Îsraîlê Israel Katz ser êrîşên nêzî Şamê got ku ji siyaseta Îsraîlê tiştên wisa tên.

Katz piştrast nekir ku Îsraîlê êrîş li dar xistîye, lê got welatê wî êrîşên pêwîst li dar dixîne.

XS
SM
MD
LG