Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakurê Rojhilata Şam'ê 16 Kes Hatin Kuştin


Li bakurê rojavayê Şam'ê serhilda xendeqan dikolin

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) do Yekşemê ragihand ku li Qaboun ya Şam'ê, di pevçûnên rejîm û serhildayan de 16 kes hatine kuştin.

SOHR'ê dîyar kir ku li Şam'ê ji du salan vir ve hejmara kuştîyan ti car eqwqas zêde nebûye.

Jiber êrîşan bi sedan malbatên ku li taxên Harasta û Baraza yên li bakurê rojhilata Şam'ê diman malên xwe terk kirin.

Çavkanîyên herêmî dan zanîn ku hikûmetê êrîşî Douma jî kiriye ku yek ji navendên girîng yên serhildayan e.

Hikûmeta Sûrîyê ser pevçûnên roja Şemî û Yekşemê daxuyanî neda.

Li rojavayê Sûrîyê, di 30ê Berfanbara 2016'an de bi navbeynkarîya Rûsya û Tirkîyê agirbestek hatibû ragihandin ku serhilda û hikûmet ji wê çaxê ve li wir şer nedikirin.

XS
SM
MD
LG