Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şam Plana Çêkirina Herêmeke Ewle ya Tirkîyê Şermezar Dike


Rêvebirîya Şamê ser plana Washington û Enqerê ya derbarê çêkirina herêma ewle nerazîbûn nîşan da.

Karbidestekî Wezareta Derve ya Sûrîyê ji ajansa dewletê, SANA re got ku ‘’Zimanê Tirkîyê yê êrîşkar û dagirker piştrast dike ku em bi wan re li hev nakin’’ û Tirkîye şermezar kir.

Wî karbidestekî dîyar kir ku Sûrîye ‘’Tirkîye jî di nav de, dê dijî hemî dagirkeran axa xwe biparêze’’

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pêr Duşemê, bi rêka telefonê, ser çêkirina herêmeke ewle ya li bakurê Surîyê axifîbûn.

Berpirsên Kurdên Sûrîyê dîyar dikin ku ew dijî plana Enqere û Washingtonê ne û ew tenê dikarin herêmeke ewle ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de bipejirînin.

XS
SM
MD
LG