Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandêr ji Îranê Dixwazin ku Darvekirina Saman Naseem Rawestîne


Biryara darvekirina bizavkarê sîyasî yê Kurd Saman Naseem, ku ji alîyê dadgeha Îranê ve hatiye dayîn tê protesto kirin.

​Di çalakîyên bajarên Kurdan û metropolên Tirkîyê de, daxwaz ji karbidestên Îranê tê kirin ku biryara darvekirina Saman Naseem, ku li ber bû îro Pêncşemê li girtîgeha Urmîyê were cihanîn, bê rawestandin.

Li Stenbolê roja Çarşemê bi beşdarîya nûnerên Komeleya Hevkarîyê ya Malbatên Girtîyan (TUAD), Komeleya Nasên Wan Hatine Kuştin û Hindakirin (YAKAY-DER), Komeleya Mafên Mirovan ya Stenbolê (IHD) û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), li ber Konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê biryara darvekirinê hate protesto kirin.

Serokê YAKAY-DER’ê Welat Demir, li çalakîyê bal kişand ser zordarîya rejîma Îranê ya li ser Kurdan.

“Rejîma Melayan li gor berjexwendîyên xwe tevdigere û zarokên xelkê darve dike. Em wek Kurdên bakur darvekirina xortên Kurd qebûl nakin û ji wan doza heq û dadê dikin.”

Serokê Komeleya Mafên Mirovan ya Stenbolê Bakî Boga jî got divê êdî Îran hiqûqa xwe biguherîne û dev ji vê hovîtîyê berde. Boga daxwaz ji Îranê kir ku dawî li cezayên darvekirinê bîne û bi awayekî mirovane nêzî Kurdên Îranê û dijberên rejîmê bibe.

Serokê TUAD’ê Arif Yilmaz jî got darvekirina mirovan ya jiber fikr û ramanên wan kiryareke dijmirovî ye.

“Divê ne tenê Kurd, hemû civak û netew li dijî vê hovîtîyê rawestin û piştgirîya Kurdan bikin.”

Saman Naseem 22 salî ye û ji 17 salîya xwe ve li zindana Urmîyê tê girtin. Li gor agahîyên Amnesty International û ragihandina karbidestên dadgeha Îranê biryar hatibû dayîn ku Naseem di 19’ê meha 2’yan were darve kirin.

ST_2_19_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:49 0:00

XS
SM
MD
LG