Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daoud Helwesta Rewşenbîrên Herêma Kurdistanê di Derbarî Referandomê de Şîrove Dike


Piştî encama referandoma herêma Kurdistanê, gelek kêşe û nakokî rastî vê biryarê hatine û giftûgoyên girîng tên kirin di derbarî paşeroja herêma kurdistanê û pirsgirêka kurdî di Iraq û herêmê de. Gelo rola kesên zana û rewşenbîr di vê biryarê de çi ye? Helwest û rola qata rewşenbîr di derbarî referandomê çi bû?

Dengê Amerîka ev pirs ji nivîskar û lêkolîner Sami Daoud kir, da rola rewşenbîran di biryarên siyasî de li herêma Kurdistanê şîrove bike.

Birêz Sami anî ziman, ku rola kesên rewşenbîr di herêma kurdistanê de lawaz bûye ji ber nakokiyên di nav partiyên siyasî û kêşeyên desthilatê de.

Herwiha jî di derbarî nasnameya kurdî ya netewî de, Sami dibêje: "Nasnameya netewî hatiye çewisandin ji aliyê partiyên siyasî ve û rewşenbîr û kesên zana di kurdistanê de bê deng mane û piraniya wan ketine bin baskên partiyên siyasî de û berevaniyê di ber wan de dikin."

Di dawiya axeftina xwe de Sami got, ku pêdevî bi raperîneke bîrwerî û zanistî heye, di derbarî pirsgirêka kurdî de li ser bengehên zanistî û bîr û baweriyên netewî ve, ya din ku kesên rewşenbîr berevaniyê di ber nasnameya kurdî de bikin li dijî gef û êrîşên nijadperestî ve.

Hevpeyvîna Samî Daoud- 9-30-2017-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:16:06 0:00

XS
SM
MD
LG