Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sancar Bang li Ciwanan Dike ku di 14'ê Gulanê de Herin Ser Sindoqan


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Mîthat Sancar bang li ciwanan kir ku di 14’ê Gulanê de bi pêgirî herin ser sindoqan.

Sancar dîyar kir ku divê ti tişt wê rojê rê li ber wan negire ku ew nerin ser sindoqan û dengên xwe nedin.

‘’Divê ti kes hêzê nede propanga, fikarên kaosê û atmosfera tirsê yên desthilatê. Guhên xwe li wan kesên ku dibêjin wê roja hilbijartinê sextekarî çêbe bigirin. Çinku parêzvanên sindoqan ne tenê wezîfedarên wan û çavdêr in, gel bi xwe jî parêzvan e’’

Wî dîyar kir ku ewê roja hilbijartinê li ber deng û sindoqan nobetê bigirin.

Hevserokê HDP’ê bang li ciwanan kir ku herkesî hînî mohra li ser dara kesk ya Partîya Çep ya Kesk bikin.

HDP di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji lîsta Partîya Çep ya Kesk dikeve hilbijartinan.

Hevpeymanîya Ked û Azadîyê, ku HDP jî têde ye, di hilbijartinên serokomarîyê de jî piştgirî dide berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.

Piranîya anketan raber kir ku Kiliçdaroglu li hember desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berbijarê herî xurt e.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG