Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sanchez û Abas li Madrîdê Banga Rawestandina Gurbûna Girjîyê Dikin


Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez bi Rêberê Desthilata Filîstînî Mehmûd Abas re li Madrîdê preskonferanseke hevbeş li dar xist.

Sanchez di preskonferansê de banga rawestandina girjîya li Rojhilata Navîn kir.

‘’Îro roj li Lubnanê careke din rîska gurbûna girjîyê çêdibe. Jiber vê yekê divê em careke din banga aramî, kêmkirina girjîyê, aştîya di navbera welatan de û jîyana bi hev re bikin.’’

Wî ew bang piştî civîna bi Abas re kir ku pirtir ji saetekê dom kir.

Abas jî di axaftina xwe de dîyar kir ku ewê dev ji Gaza, Kenara Rojava û Orşelîma Rojhilat bernedin.

Wî got ku ewê here Gaza ku rêberê Filîstînî ew biryar meha Tebaxê li parlamana Tirkîyê ragihandibû.

‘’Emê bi hemî rêberên Filîstînî re herin Gaza. Jibo dawî li dagirkerîyê were, jibo êrîş rawestin em bang li rêxistinên navneteweyî û serokên Ewrupî dikin ku beşdarîyê li serdana Gaza bikin.’’

Îspanya meha Gulanê ragihandibû ku ew dewleta Filîstînê êdî bi awayekî fermî nas dike.

Abas piştî vê naskirina fermî bi vî awayî cara pêşî serdana Îspanyayê kir.

Jêder: AFP, Reuters, NTV

XS
SM
MD
LG