Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sanchez: Emê 125 Mîlyon Euro Dide Projeya Hevbeş ya Dijî Belavbûna Korona


Serokwezîrê Îspanî Pedro Sanchez îro Duşemê ragihand ku ewê bi 125 mîlyon euro anku 136.58 mîlyon dolar dirav beşdarîya projeya hevbeş ya cîhanî ya dijî belavbûna vîrusa korona bikin.

Sanchez, di civîneke komkirina diravî ya Yekîtîya Ewrupa ya ser înternetê de got Îspanya dê 50 mîlyon euro bide Hevbendîya Perpûnê ya Cîhanî (Global Vaccine Alliance) û 75 mîlyon euro jî bide Koalîsyona Vedîtinên Amedekarîyên Epîdemîk (Coalition for Epidemic Preparedness Innovations).

Vîrusa korona bandoreke mezin li Îspanya kiriye û bi hezaran Îspanî jiber wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane û bi hezarên din jî bi wê nexweşîyê ketine.

Hikûmeta Îspanya di 14’ê Adarê de Rewşa Awarte ragihandibû û ew heta 9’ê Gulanê dirêj kiribû. Sanchez gotibû ku ew dê qedexeya derketina kolanan piştî 15’ê Gulanê sist bikin.

XS
SM
MD
LG