Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îspanya Sanchez: Emê Qedexeya Derketina Piştî 15’ê Gulanê Sist Bikin


Pedro Sanchez
Pedro Sanchez

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez îro Çarşemê got ku ew dê qedexeya derketina kolanan piştî 15’ê Gulanê sist bikin.

Wî hişyarî da ku ger belavbûna nexweşî dîsa xirabtir be, hîngê pîvanên bergir dîsa hebin.

Îspanyayê yek ji qedexeyên herî tund yên wek qedexeya zarokan ji malê derketinê danabûn. Ew bi zêdetirî 200,000 pêketîyan Îspanya di cîhanê da welatê duyê bû û bi 21,282 mirîyan jî li Evrupayê di rêza duyê de bû.

Çend pêngavên demkî jibo hêsankirinê hatine avêtin wekî heftîya borî hinek karker zivirîn ser kar û dawîya hefteya tê jî destûra zarokan heye ku derkevin derve, lê hêşta piranîya pêşîgirtinan di cih da ma ne.

Sanches di rûniştineke parlamanê da got ku jibo ewlehîyê bergirtin dê hêdî hêdî û bi endaze werin sist kirin jiber ku nexweşî wisa dîyar e ku giheştiye asta herî bilind.

Sanches got ku ewê ji parlamanê bixwaze ku rewşa awarte heta 9ê Gulanê dirêj bike, lê ewê li gor guhertina pandemîyê pêngavên xwe bavêjîn.

Hikûmetê şeva Sêşemê, jiber tepeserîya bîragiştî got ku zarokên ji 14 salî biçûktir jibo meşên kurt wê bikaribin digel mezinan derkevin derve.

Kabîneyê di destpêkê gotibû ku zarok tenê dikarin digel dayîkûbavan jibo kirîna xwarin û dermanan derkevin derve û ew jî li ser torên civakî û balkonan bûbû sedema protestoyan.

Wezîrê Saxlemîyê Salvador Illa got ku hikûmeta wan guhdarîya daxwazên gel dike.

Ji nişkêve daketina pêketîyan hêvîyan dide Îspanîyan ku şewereşa wan derbaz dibe û rêvebir bala dikişînin jinûve destpêkirina aborîya lawazbûyî.

Çêkerê maşîneyên Volkswagen yê beşa Îspanî SEAT, ku 15,000 karkerên wan hene, dibêje ku ew dê 27’ê Avrêlê dest bi çêkirina maşîneyan bikin û ewê jibo karkerên xwe hefteyê 3000 testên vîrusa korona çêkin ku rîskê mînîmîze bikin.

Krîzê bandoreke mezin li ser sektora geştîyarîya Îspanyayê jî kiriye. Roja Sêşemê festîvala bezîna gamêşan San Fermin li Pamplona piştî 40 salan gava yekê hatibû rawestandin.

XS
SM
MD
LG