Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sanders Nevada Dibe û Dikeve Pêş Rikberên Xwe


Kandîdê Demokrat ê hilbijartinên serokatiya Amerîka Bernie Sanders şeva borî di dengdana wîlayeta Nevada de biser ket û kete pêş hevrikên xwe yên demokrat li seranserî Amerîka.

Di demekê de ku Sanders serkeftina xwe ya doh Şemiyê pîroz kir, Joe Biden pileya duyem wergirt û Pete Buttigieg û Elizabeth Warren li şûn man.

Nevada sêyem wîlayet bû ku dengdana Demokratan lê dibe piştî wîlayetên Iowa û New Hampshire.

Piştî Nevada wê wîlayeta Karolîna Başûr deng bide û piştre jî roja Sêşemê 3 meha Adarê ku bi navê Super Teusday tê nasîn û jimareke wîlayet bi hev re dengên xwe didin.

Nevada yekem wîlayet bû ku tê de hevrengî ya xelkê heye û bangî tevna hevreng a seranserî Pêkhateyên Amerîka dike.

Sandersê 78 salî, ku sosyalîstekî democrat e, ji Nevada berê xwe da wîlayeta Texasê, ku wê jî şandeke berbiçav a dengderan heye di hilbijartinên Super Teusday de.

Sanders gotibû:

“Em xelkê xwe tînin cem hev, me koalisyoneka nifşên hevreng gihand hev, ku emê ne tenê Nevada bibin, lê belê li tevahiya welêt biser kevin.”

XS
SM
MD
LG