Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sanders Bang li Biden Dike ku Bala Xwe Bide Ser Hilbijêrên Ciwan


Yek ji berbijarên berê yên Partîya Demokrat, Senatorê Vermontê Bernie Sanders, berbijarê seroktîyê yê Partîya Demokrat Joe Biden ser hilbijartinê hişyar kir.

Bernie Sanders ji Joe Biden xwest ku bala xwe pirtir bide ser hilbijêrên ciwan û Latînan.

Sanders ji MSNBC re dîyar kir ku ger Biden sîyaseta xwe bi awayekî berfireh nebêje û bo hilbijêrên Latîn jî pirtir kar neke dibe ku ew li hember Serok Donald Trump, ku berbijarê Partîya Komarî ye, têk biçe.

‘’Joe ser aborîyê xwedîyê sekneke xurt e, lê herhal divê em pirtir qala vê yekê bikin.’’ Sanders got.

Wî da zanîn ku rewişa Biden niha baş e lê divê kempeyna wî xwe tim nede dû ya Trump.

Bernie Sanders roja Înê ji PBS re jî gotibû ku serketina Biden ne garantî ye. Sanders bang li Biden kiribû ku ser berfirehkirina sîgortaya saxlemîyê û erzankirina dermanan daxuyanîyan bide.

XS
SM
MD
LG