Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Barova Sandly li Rojhilata Amerîkayê Zêdetir Dibe


Hejmara qurbanîyên Barova Sandy li Rojhilata Amerîkayê ji 90 kesan borî û karbidest di xemê da ne ku ew hejmar hîn jî zêde bibe.

Karmendên hawarçûnê karên xwe li wan taxan didomînin ku di bin lehîyê de mane û bi agiran wêran bûne.

Bajarvanê New Yorkê Michael Bloomberg dibêje, tevî rewşa heyî maratona salene ya New Yorkê ku li seranser cîhanê navdar e, her mîna plankirî roja Yekşemê were kirin.

Bloomberg got, ew ne di wê bawerîyê de ye ku marathon bandoreke neyênî di hatin-çûna New Yorkê de bike, jiber ku roja Yekşemê trafk aramtir e.

Bajarvanê New Yorkê Michael Bloomberg herwiha dîyar kir ku betalkirina vê maratonê dê karîgerîyeke xirab li ser aborîya New Yorkê bike. Wî got, jiber vê maratonê bi hezaran sporvan û temaşevan ji seranser cîhanê têne bajêr û bi mîlyon dolaran pere xerc dikin.

Hevdem, karbidestên polîsan jî didine zanîn ku bi kêmî ve 59 kes di encama Barova sandy de li eyaletên New York û New Jersey jîyana xwe hinda kirin.

Karbidest her wiha didine zanîn ku li piranîya taxa Manhattan’a jêrîn û taxên derdora wê hîn elektrîk tune ye. Kompanya elektrîkê ya xwecîhî dibêje, hîn çend rojên din bikşîne, heta ku ew kêşa bi tevahî çareser be û xizmeta elektrîk jinûve were dayîn.
XS
SM
MD
LG