Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şendeya Hikûmeta Sûrî Bo Danûstandinan li Cenevrê Ye


Şandeyeke hikûmeta Sûrî ya bi seroktîya Beşar Caferî yê balyozê Sûrî yê Neteweyên Yekbûyî, jibo tevlîbûna gera nû ya danûstandinên aştîyê îro Înê giheşt Cenevrê.

Hatina şandeya Sûrî di vê demê te tê ku di şerên dijwar yên hêzên hikûmetê û serhildayan de li bakurê Helebê, di nav 24 demjimêrên dawî de 34 kes ji her du alîyan hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku 14 ji wan şervanên ser bi hikûmeta Sûrî bûn, 20 ji mîlîtan bûn ku nav wan de endamên Cebet el-Nusra jî hebûn.

Hêjayî gotinê ye, Nusra şaxa fermî ya El Qaydê li Sûrîyê ye û ne beşeke abirbesta meha Şubatê ye. Li herêmên bakurê Helebê yên din destê hêzên dijî Esad de, hebûneke xurt ya wê rêxistina tundrê heye.

XS
SM
MD
LG