Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sanri: Xeterîya Mezin ya Bernama Navokî ya Îranê li Ser Kurdistan û Tirkîyê ye


Hevdem ligel berdwamîya qeyrana sîyasî li Îraq û tundûtûjîyên li Sûrîyê, şerê ragihandinê li navbera herdu hikûmetên Enqere û Bexdayê destpê kir.

Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî gotibû ku Tirkîye li herêmê li dijî berjewendîyên Îraqê xebatê dike. Di bersiv de Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan got ku ne bitenê Kurd lê Şîe jî ji sîyaseta Malikî ne razî ne.

Rojnamevan û şirovekerê sîyasî Mehmet Sanri li Stenbolê dibêje ku sedemên serekî yên alozbûna têkelîyên navbera hikûmetên Erdogan û Malikî, pirsgirêka Sûrîyê, qeyrana sîyasî ya Îraqê û rêbaza navokî ya Îranê ne.

Birêz Sanri dibêje ku Malikî ne dilxweş e ku peywendîyên Tirkîye û Herêma Kurdistana Îraqê xweş bibin.

Birêz Sanri herwiha got ku xeterîya herî zêde ya bernama navokî ya Îranê li ser Kurdistan û Tirkîyê ye. Hikûmeta Îraqê ya bi rêberatîya Şîeyan têkelîyên pir baş bi rejîma Îranê re hene û Bexda mêvandarîya danûstandinên navokî yên navbera Tehran û şeş welatên mezin hêz yên cîhanê dike.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Sanrî re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê rûpelê klîk bike.

XS
SM
MD
LG