Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sanri Derbarê Girtina Sîxurên Îranê li Tirkîyê Dipeyive


Mihemed Sanri.
Piştî alozbûna têkelîyên navbera Tirkîye û Îranê jiber serhildana Sûrîyê, hejmareka sîxurên berguman yên Îranê li parêzgeha Îdirê ji layê hêzên parastina Tirkîyê ve hatin girtin.

Li gor Medyaya Tirkîyê, sîxurên Îranê herwiha alîkarîya çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê dikin jibo encamdana êrîşan li Tirkîyê.

Rojnamevan Mihemed Sanri dibêje, rêbaza Îranê ye ku mudaxeleyê li welatên din bike û hêza Quds bo vê meremê hatîye avakirin.

Birêz Sanri dibêje ku Tirkîye jibo Îranê dibe hedef jiber ku Tirkîye welatekê cîranê Sûrîyê ye û rêberên Tirkîyê bi eşkere piştgîrîya opozisyona Sûrîyê dikin.

Rojnamevan Sanri herwiha dibêje ku piştgîrîya navneteweyî û diplomasî bo PKK’ê tuneye lewma dema welatekê wekî Îranê piştgîrîya PKK’ê bike, PKK alîkarîya wê red nake.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:41 0:00
Direct link

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG