Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên serhilda bajarekî stratejîk li bakur xiste bin kontrola xwe ku di operasyonên hikûmetê ya dijî Helebê de xwedîyê girîngîyeke pir mezin e.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, hêzên dilsozî Serok Beşar Esed ji bajarokê Saraqeb ku li ser otobanên navbera Şam, Heleb û Berava Derya Sipî ye, bi tevahî vekêşane.
Rêvebirê Giştî yê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan Ramy Abdulrahman îro Înîyê ji Dengê Amerîka re got, hêzên serhilda devrereke 25 kîlometreyî ji her çar alîyên bajarokê kontrol dikin.
Abdulrahman herwiha got, piştî ku Saraqeb kete destê serhildayan, reng e êrîşên dijî konvoyên artêşê zêde bibin ku çek û hewcedarîyên din dibin Helebê.
Bizavkarên Sûrî herwiha dibêjin, herî kêm 28 leşker di êrîşên dijî xaleke ewlekarîyê de, do Pêncşemê hatine kuştin.
Vîdyoyên ku di înternetê de têne belav kirin, nîşan didin ku piranîya leşkeran hatine kuştin, piştî ku ew bi saxî hatine girtin. Jêderên bêalî nikanin wan dîmenana piştrast bikin, lê rêxistinên mafên mirovan bu tundî wê kiryarê şermezar dikin.