Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ermenistanê Jikardûrxistina Fermandarê Artêşa Welat Red Dike


Serokê Ermenistanê Armen Sarkîsyan

Nivîsgeha serokatîya Ermenistanê îro Şemîyê bi daxuyanîyekê ragihand ku serokê welat Armen Sarkîsyan, biryara ji kar dûrxistina serfermandarê artêşa Ermenistanê ya ji hêla Serokwezîr Nîkol Paşînyan, erê nekiriye.

Li gorî daxuyanîyê, biryara ji kar dûrxistina Serfermandar Onîk Gasparyan avêtina ne li gor qanûna bingehîn ya Ermenistanê ye.

Serfermandar Onîk Gasparyan bi daxuyanîyeke ya ser navê artêşa Ermenistanê karvekişandina Serokwezîr Paşînyan xwestibû.

Paşînyan, ev daxuyanîya Gasparyan wek hewldaneke darbeyeke leşkerî ya dijî xwe bi nav kir û roja Pêncşemê ew demûdest ji posta serfermandarîyê, dûr xist.

Lê, li gor qanûnên Ermenistanê, pêwiste ku biryarên bi wî rengî ji alîyê serokomarê welat ve were îmza kirin.

Artêşê, serokwezîr Paşînyan û hikûmeta wî jibo windakirina şerê di navbera Azerbaycan û hêzên Ermenî ya ser serwerîya herema Nagorno-Qarabax ya sala borî tawanbar dikin.

Artêş û rexnegir dibêjin ku şerê şeş hefteyan bi sedema reveberîya Paşînyan ya neserkeftî Azerbaycanê ax bi dest xistîye û bo vê yekê karvekişandina wî daxwaz dikin.

Hejayê bîrxistinê ye ku şerê di navbera Azerbaycan û hêzên Ermenî yên li herema Nagorno-Qarabax ya ku di 27'ê îlona 2020'ê de dest pê kir û di 10'ê Mijdarê de bi peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Rûsya bi dawî bû.





XS
SM
MD
LG