Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî Red Dike ku Firokên Wê Êrîşên Esmanî li ser Kampa Penaberan Pêk Anîne


Artêşa Sûrî îro Înê red kir ku wê êrîşên esmanî li ser kampeke penaberan ya nêzîkî sînorê Tirkîyî pêk anîne, ku tê de herî kêm 28 penaber hatine kuştin.

Artêşa Sûrî di daxuyanîyeke nivîskî de got ku raportên ku dibêjin “hêzên esmanî yên Sûrî li kampeke Îdlibê xistiye” bê bingeh in."

Lê, karbidestekî Neteweyên Yekbûyî got, li gor raportên pêşîn gumanên xurt hene ku firokeke hikûmetê ew êrîşên hovane pêk anîne.

Komîsyonerê Bilind yê Neteweyên Yekbûyî bo Mafên Mirova Zeid Ra'ad al Hussein got ku êrîşên Pêncşemê bê guman tawaneke ceng ya bi mebest e.

Fransa jî got ku êrîş naye pejirandin û hovitîya wê di asta tawanên ceng yan tawanên dijî mirovahî ye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) gotibû ku di êrîşên ser kampa bajarokê Sarmada de jin û zarok di nav qurbanîyan de hebûn.

SOHR bal kişandibû ku reng e hejmara kesên kuştî pirtir be, jiber ku gelek kes bi giranî birîndar bûbûn.

Hevelbenda Sûrîyê, Rûsya jî ragihand ku ti firokên wê li ser kampa penaberan nefirîye û mîlîtanên Cebhet el-Nusra ya şaxa El Qaydê ew êrîş pêk anîn.

XS
SM
MD
LG