Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Esmanî yên ser Kampa Penaberan de 28 Kes li Sûrîyê Hatin Kuştin


Ajansa Reuters ji zarê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di êrîşên esmanî de, li ser kampeke penaberan li Sûrîyê, bi kêmî ve 28 kes li nêzîkî tixubê Tirkîyê hatin kuştin.

Reuters herwiha radigihîne ku tevî ragihandina agirbesteke nû li Helebê, li hin deverên wî bajarî pevçûn berdewam dikin.

SOHR ji ajansê re dide zanîn ku di nav qurbanîyên êrîşên esmanî ya kampa nêzîkî bajarokê Sarmada de jin û zarok jî hene û îhtîmaeleke mezin e ku hejmara kuştîyan di demjimêrên were de bilind be.

Bizavkarekî Sûrî yê bi navê Abu Ibrahim al-Sarmadi ji bajarokê Atmeh ji ajansê re gotiye ku di êrîşên esmanî li hember kampa penaberan pêk hatine.

XS
SM
MD
LG