Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî jiber Korona 250 Bîyanîyên Girtî Berdan


Piştî qedexeya derketinê, 2 zilamên Saudî xwarin dibin malê

Erebistana Saudî îro Pêncşemê ragihand ku 250 bîyanîyên ku jiber tawanên ne tund yên şikandina qanûna koçberîyê li zindanê ne, jiber metirsîya vîrusa korona hatin berdan.

Serokê Komîsyona Mafên Mirovan ya Erebistana Saudî Awad el Awad got ku bi wî awayî ew dixwazin pêşî li belavbûna vîrusa korona ya li nav girtîgehan bigirin.

“Kesên ku hatine berdan dê ji welatên wan re werine şandin. Em çaverê dikin ku di rojên were de pirtir girtî ji zindanan derxînin,” Awad got.

XS
SM
MD
LG