Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Erebistana Saudî, 10 Êrîşên Husyan Yên bi Dronan Têk Dibe


Dîmeneke ji bingeha leşkerî ya Khamis Mushait

Televîzyona dewlêta Erebistana Saudî îro Şemîyê ji zarê hevelbendîya bi pêşengîya Erebistana Saudî li ser êrîşên dijî welat nûçeyeke ragihand.

Televîzyonê dîyar kir ku hêzên berevanîya esmanî ya Erebistana Saudî, 10 dronên ku ji hêla tevgera Hûsîyên Yemenê ve, ber bi başûrê welat ve hatine avêtin, hatine têk birin.

Berdevikê leşkerî yê Hûsîyan li ser Twitter'ê got ku wan dijî bingehek leşkerî ya li Khamis Mushait yek dronek avêtine.

Koalîsyonê di nav rojê de got ku du dronên din jî hatine avêtinê Khamis Mushait, û heft dronên din jî, ber bi başûrê k Erebistana Saudî ve hatine avêtin.

Lê, tevahîya êrîşên bi dronan hatine pûç kirin.

Hûsîyên girêdayî Îranê ne, di şerê Yemenê yê ku ji şeş salan pirtir e diome de, gelek caran Khamis Mushait û bajarên din yên Saudî yên li ser sînor, dikin armanc.

Koalîsyona leşkerî ya bi pêşengîya Rîyadê di Adara 2015’an de destwerdana Yemenê kir, piştî ku Hûsîyan hikûmeta ku Saudî piştgirî dide û bi navneteweyî tê nas kirin, ji paytext Sanaa derxistin.

XS
SM
MD
LG