Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Dibêje Divê Hemî Karker Vaksîna COVID-19 Wergirin


Firîngeha Navnetewî ya Cîdeh (Arşîv)

Hikûmeta Erebistana Saudî îro Înê ragihand ku hemî karkerên dewletê û yên sektora taybet ku dixwazin têkevin cîhên kar divê vaksîna COVID-19 li xwe xin.

"Jibo karkerên mêr û jin ku têkevin nav cîhên kar yên hemî sektoran (yên fermî, bazirganî û yên ne jibo qezencê) lêxistina vaksîna dijî korona dê bibe mecbûrî," Wezareta Çavkanîyên Mirovî û Pêşvebirina Civakî ji ser Twitterê ragihand.

Lê, wezaretê zelal nekir ku ew biryar wê kengî têkeve jîyanê.

Wezaretê ji kardar û karsazan xwest ku jibo vaksînkirina hemî xebatkarên xwe dest bi hazirîyan bikin.

"Wezaret wê di demeke nezîk de mekanîzmayên vê biryarê û awayê cîhanîna wê ji bîragiştî re eşkere bike," peyamê wezaretê bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG