Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Amerîka Hin Karbidestên Saudî Ku Dest di Kuştina Xaşiqçî de Hebûne Naskirîye


Mike Pompeo
Mike Pompeo

Wezîrê Derve yê Amerîka, Mike Pompeo roja Sêşemê dîyar kir ku Amerîka layê kêm hin karbidestên Saudî yên ku dest di kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqçî de hebûne, naskirîye, û wîzayên wan betal dike.

Pompeo got, “Ev ceza peyva dawîyê ya Amerîk li dor vê pirsê nabe. Em dê ser vedîtina rêkên pirtir ku hisab bi wan kesan re bê kirin, berdewam bîn.”

Wî herwesa got, “Em gelek bi zelalî dibêjin ku Amerîka kiryarên bêrehmane yên ji vî awayî bo bêdengkirina birêz Xaşiqçî yê rojnamevan bi rêka tundûtûjîyê hatine kirin qebûl nake.”

Eva dibe yêkem kiryara cezakirinê ku Amerîka li dijî Erebistana Saudî rêve dibe, ji 2ê Cotmehê vir ve ku Xaşiqçî hinda bûbû.

Pompeo, herwesa, got ku Amerîka hizir ji hindê kirîye ku toleyên darayî li jêr qanûna Magnitsky Act bisepîne. Ew qanûn li pey nave Sergei Magnitsky, parêzerê Rûsî hatîye binav kiri, ku li Moskow di zîndanê de mir, piştî wî derbarê têkelîya karbidestên hikûmetê bi gendelîya bacê re raport dabû.

Demekê pêştir, Serokomarê Tirkîyê Receb Tayyib Erdogan jibo cara yêkem li dor doza Xaşiqçî axivî û got, ew bi awayek hovane hatîye kuştin, û diyar kir ku Erebistana Saudî ew di nav konsulxaneya xwe ya Stenbolê de bi pîlanek pêşwext amadekirî kuştîye.

Rêberê Turk got, “Ger di vê bûyerê de lome li çend endamên ewekarî û sîxorîyê were kirin, me yan civaka navnetewî razî nake.”

XS
SM
MD
LG