Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî 3 Endamên Malbatê Şah Digre


Berpirsên Erebistana Saudî sê endamên radebilind ên malbata şah girtin.

Kesên girtî ev in: mîr Ehmed bin Ebdulezîz, birayê biçûk ê şah; Mihemed bin Nayêf, şahzadê tac ê berê û wezîrê navxweyî; û pismamê şah Newaf bin Nayêf.

Herî kêm du ji wan bi îxanetê hatine tawanbarkirin, li gor çavkaniyên medyayî, lê berpirsên Erebistana Saudî ti axaftin di vê derbarê de nekirine.

Raportên medyayî dibêjin şahzadê tac Mihemed bin Selman, ku kurê şah Selman e, fermana girtina wan daye.

Tê gotin ku şahzadê tac her wiha berpirs e di ber kuştina rojnamevan Jemal Xaşiqcî de. Ew her wiha di pişt girtina bi sedan endamên malbata şah û wezîr û karsazan de bû di sala 2017an de.

XS
SM
MD
LG